Lînkên eksesibilîtî

Serok Trump: Bi Hêvî Me Amerîka Mecbûrî Bi Kar Anîna Çekê Navokî Nebe


Serokê Koreya bakur Kim Jong Un û serok Donald Trump

Serok Donald Trump, tekezê liser bihêzbûn û şiyanên Amerîka yên çekê navokî dike û dibêje" Ew dem dê çi caran neyê ku, Amerîka netewa herî bihêz nebe li Cîhanê", lê serok Trump got, ew hêvîdarin, tû caran hewcedarî bi kar anîna vê hêzê nebin".

Roja Çarşemê serok Trump, derbarê gefên Koreya bakur twîtek weşand û got, dema ez bûm serok fermana min ya yekê, bihêzkirin û nûjenkirina cebilxaneya navokî ya Amerîka bû, nûha ew ji her demê bihêztire.

Ev gotina serok Trump di wî çaxî de hat, dema ew û Koreya bakur di rewşa gûr kirinê de ne, di heman demê de wezîrê derve Rex Tillerson hewil dide, rewşa gûrkirin û gef kirinê ya Koreya bakur û Amerîka hêdî bike.

Ji hejî bîrxistinêye ku, Koreya bakur doh gef li Amerîka kir bûn û ragihand bû ku ewê girava Guam bikin armaca xwe.

XS
SM
MD
LG