Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Risch: Divê Serederîya Hêzên Sûrî li Gorî Parastina Mafên Kurdan be

Sen. James Risch
Sen. James Risch

Senatorê komarî Jim Risch got ku ew ê bi baldarî çavdêrîya pêkanîna peymana agirbestê ya di navbera hikûmeta nû ya Sûrî û HSD'ê de bike û bang li artêşa Erebî ya Sûrî kir ku peymanê binpê neke.

Senatorê Idaho Jim Risch ji Fox News re got: "Fermana hikûmeta Sûrî ya ji bo rêzgirtina li mafên Kurdan nîşanek baş e, lê reftara hêzên wê yên li ser erdê divê bi wê fermanê re li hev bike."

Senator Jim Risch hişyarî da: "Parçebûn û tundûtûjîya li Sûrîyê di navbera hevkarên Amerîkî de tenê dê sûdê bide aktorên xirab ên wekî Daiş û Îranê ku Sûrîyê bikar tînin da ku wê wekî zemînek ji bo terorîzma navneteweyî, di nav de li dijî Amerîkayê, bikar bînin."

Wî got: "Ez agirbestê pêşwazî dikim û dê bi baldarî çavdêrîya pêkanîna wê bikim."

XS
SM
MD
LG