Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Peyamekê ji Serokê Herêma Kurdistanê re Dişîne

Tom Barrack û Nêçîrvan Barzanî
Tom Barrack û Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Tom Barrack, Balyozê Amerîkayê li Tirkîyê û Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump, di peywendîyeke telefonî de peyamek ji wî re şandîye.

Barzanî roja Çarşemê li ser platforma X'ê got ku Barrack peyameke Serok Trump gihandîye wî ku tê de êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê û êrîşên dronan li ser mala Serokê Herêmê li bajarê Duhokê bi tundî şermezar kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê got ku diplomatê Amerîkayî herwiha piştgirîya tevahî ya Serok Trump û Amerîkayê ji bo parastina ewlehî û aramîya Îraq û Herêma Kurdistanê tekez kiriye.

Barzanî spasîyên xwe pêşkêşî Serokê Amerîkayê kirin ji bo peyama wî ku sersaxîya malbatên şehîdan û piştgirîya berdewam a Amerîkayê bo parastina ewlehî û aramîya Îraq û Herêma Kurdistanê şandibû.

Şemîya borî, mala Serokê Herêma Kurdistanê li Duhokê rastî êrîşeke dronan ji alîyê komên ser bi Îranê ve hat. Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îran, bi sedan êrîşên mûşek û dronan ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên derbasbûyî de serok û rêberên gelek welatan êrîşên Îranê û grûpên alîgirên wê li Îraqê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG