Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Rewşa Parastinê li Balefirgehan Tund Dike

Amerîka Rewşa Parastinê li Balefirgehan Tund Dike
Amerîka Rewşa Parastinê li Balefirgehan Tund Dike

Serokê Amerîka Barak Obama dibêjit parastina hêlên asmaniya Amerîka bizavên xwe zêdetir kiriye piştî wan besteyên teqmeniyê hatine dîtin ku ji Yemenê ve berew Amerîka dihatin veguhastin. Raporta Kent Klein ji Dengê Amerîka:

Serokê Amerîka Barak Obama roja Eynî gote peyamhinêran ku ew beste li firokexanên Dubai û East Midlands ya Brîtaniya li bakûra Londonê hatibûn bicîkirin. Ew dibêjit wek xoya keresên teqînê têde bûne.

“Şehrazayên me yên warê zaniyariyê û cî bi cî kirina qanûnê, bi hevkariya dost û hevalbendên me, du bestên goman lêkirî peyda kirin hatibûne pêçan bo Amerîka, bitaybetî bo du cihanên rê û resmên oliyên cohiyan li Şîkago”.

Serokî got karmendên zaniyarî û bi cî kirina qanûnê bilez dest bi kar bûn.

“Şeva borî ez ji aliyê şivirdarê xwe yê bilindê dijî terorê, John Bernnan, ve ji wê gefê hatibûm haydar kirin. Min wezareta parastina nîştimanî û hemi ajansên bi cî kirina qanûnê û zaniyariyê rasipartin ku her pêngavek pêdivî bit raken bo hindê hevwelatiyên me ji gefeyek li wî awayî biparêzin.

Karbidestên wezareta parastinê destudarê parastinê şidiyayî digirin li firokexanan, bi zêdekirina pişkinînê û bikar anîna seyan û herwesa jêr çav girtina pitir ya barên têne weguhastin.

Deselatdar dibêjin ew beste ji Yenmenê ve hatine hinartin, ku bingehek bi hêze bo tayê al-Qaida ya bizav kirî li meha 12 sala bihorî jî balefirek ser bi hêla asmaniya Amerîka bombe biken.

Rêzdar Obama dibêjit wî ferman daye ku lêkolînek temam û bingehî li ser wan besteyan û egerên pêwendiya wan bi her cure pîlanek terorîstî ve bête kirin.

“Herçend hêş em li pey zaniyrî û rastiyan digerin, em dizanin ew beste ji Yemenê ve hatine. Em herwesa dizanin ku al-Qaida li wê nîvçegirava Erebî, gropek terorîstî ya bingeh li Yemenê, berdewame li ser pîlan danîna li dijî welatê me, hevwelatiyên me û dost û hevalbendên me.

Serok dibêjit alîkarê wî yê dijeterorê, John Bernnan roja eynî bi serokê Yemenê, Alî Abdullah Saeh, re axift, yê rêzdar Obama dibêjit soz da hemî hevkariyekê biket, lêkolîn li ser wê pirsê bêne kirin.

Serok Obama dibêjit karbidestên dijeterorê yên Amerîka wê gefê bi rijdî werdigirin, û hemi pêngavên pêdivî radiken ku parastia Amerîkiyan bête piştrast kirin.

Bernnan gote peyamhinêran sîstemê parastina nîştimanî bi başî kar kir di warê serederî kirina li gel wê gefê de.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG