Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Sêşemê ragihand ku leşkerîya Amerîka jibo parastina hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn gavên nû diavêje û tedbîrên nû pênase dike, jiber ku xemberîya ser êrîşên komên bi piştgirîya Îranê zêde dibin.
Li gor ragihandina Reutersê li Rojhilata Navîn zêdekirina dewrîyên leşkerî yên Amerîkî, sînordarkirina giheştina bingehên wê û berhevkirina îstîxbaratê yên wek çavderîya bi dronan û bi rêkên di nava gavên nû de ne.
Reutersê ev yek ji zarê karbidestên Amerîkî ragihand ku bi şertê navê wanneyê eşkere kirin, axifîne.
Wan karbidestan gotin ku leşkerîya Amerîka hevdem çavdêrîya ji ser bircên nobedarîyê li bingehên leşkerî yên Amerîkî zêde dike, ewlekarîya li xalên giheştina bingehan û berevanîya bo bersîvdayîna egera roket û dronan xurt dike.
General Michael "Erik" Kurilla yê ku Berpirsê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ye, ji Reutersê got ku bi zêdebûna êrîşên ser bingehên leşkerî yên Amerîkî, tedbîrên parastinê bi berdewamî dinirxînin.
"Nirxandina berdewam ya tedbîrên bo parastina hêzên me pir girîng e. Zêdetir tedbîr jixwe hatine girtin û di van rojên dawî de pirtir hêzên Amerîkî jî li heremê hat bi cîh kirin, ku nehiştin hêzên me, zararên girantir bibînin, " General Kurilla got.
Hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê gelek caran bûne armanca êrîşan, ji dema ku şerê Îsraîl û Filistînîyan di 7’ê Cotmehê de destpê kir vir ve.
Yek ji heman karbidestan da zanîn ku çar leşker û pênc peymankarên leşkerî yên Amerîkî ku di wan êrîşan de birîndar bûbûn, vegerîyane ser karê xwe,
Hefteya borî li beravên Yemenê, keştîyek şerker ya Amerîka zêdetirî 12 dron û 4 mûşekên Kruise xistin xwarê,ku ji hêla Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike, hatin avêtin.
Karbidestekî din yê Amerîkî jî ragihand ku leşkerîya Amerîka herwiha ser egera derxistina malbatên leşkeran ji Rojhilata Navîn dixebite, lê wî pirtir agahî neda.
"Em rewşê bi berdewamî dinirxînin û ger em bawer bikin ku gef bigehêje astekê ku ser endamên me yên leşkerîyê li (herêmê) xeterîyê çê dike, emê tedbîrên xwe bigrên," wî got.
Tevî wezîrê berevanîyê Lloyd Austin, gelek karbidestên payebilind yên rêvebirîya Biden ser zêdebûneke berbiçav ya êrîşên dijî bingehên Amerîkî li Rojhilata Navîn hişyarî didin.
Karbidestên rêvebirîya Biden hevdem bale dikşînin ku Îran dikare hewl bide ku şerê Îsraîl Filistînîyan berfireh bike.
"Em hizir dikin ku di demek nêz de, êrîşên dijî hêz û karmendên Amerîkî de bi rengekî berbiçav zêde bibin û divê em zelal bikin, hemû rê derdikevin Îranê," karbidestekî payebilind yê Pentagonê got.
Wezîr Austin bo parastina hêzên Amerîkî ferman daye ku sîstemên nû yên berevanîya esmanî li Rojhilata Navîn werin bi cîh kirin.
Amerîka herwiha keştîyên şerker û firokeyên şer şandiye herêmê da ku Îran û komên ku ew piştgirîyê dike, rawestîne.
Pentagonê ragihandibû ku di destê wê de pêzanîneke rasterast tuneye ku Îranê rasterast fermana êrîşên dijî bingehên leşkerîya Amerîka daye. Lê, berdevikê Qesra Sipî John Kirby got ku eşkere ye ku Îran alîkarîya wan komên êrîşkar dike.
"Em dizanin ku Îran van bûyeran ji nêzve dişopîne û di hin rewşan de, bi awayekî çalak van êrîşan hêsan dike û bo berjewendîya xwe rê li ber şer vedike,” Kirby got.
Karbidestên ewlekarî yên Îranî jî ji Reutersê re ragihandin ku stratejîya Tehranê bo komên alîgir yên mîna Hizbullah li Rojhilata Navîn ev e, ku ew komana ser armancên Îsraîl û Amerîkî êrîşên sînordarkirî bidomînin, lê alozîyek mezintir dûrbisekin in ku eê Tehranê bikşîne nav şer.
Jêder: Reuters