Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî Dibêjin Operasyonên Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê Fikaran Çêdikin


Amerîka dîyar kir ku ew ser kiryarên leşkerî yên Tirkîyê li Sûrîyê, bi taybet yên li herêmên Hêzên Sûrîya Demokratîk Demokratîk (HSD), ketiye fikaran.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin û Senatorê Komarî Lindsey Graham bi rêkên ne rasterast karbidestên Tirk hişyar kirin ku li hember aramîya herêmê û têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) gefan çênekin û girjîyê gur nekin.

Austin bi hevtayê xwe yê Tirk Yaşar Guler re ser rewşa dawî ya herêmê axifî û bal kişand ser berevanîya sîvîlan û normên mirovahî yên navneteweyî.

‘’Dewletên me wê jibo têkbirina terorê û çêkirina ewlekarîya hêzên me hevkarîyê bidomînin,’’ wî got.

Karbidestê Amerîkî dîyar kir ku jibo bêîstiqrarîya Sûrîyê zararê nede armanca ser têkbirina DAIŞ’ê hevkarîya Amerîka û Tirkîyê girîng e.

Senator Graham bi awayekî hîn eşkere got ku rewşa li bakurê Sûrîyê xirabtir dibe û kêrî çekdarên radîkal yên Îslamî tê.

Graham da zanîn ku kiryarên leşkerî yên Tirkîyê li herêmê dikarin dijî pêşveçûna Amerîka û HSD’ê ya li hember DAIŞ’ê gefan çêkin.

‘’Jibo herêmê û Amerîka tişta herî hirab ew e ku bi deh hezaran çekdarên radîkal yên DAIŞ’ê vegerin qada şer.’’

Wî bi berdewamî bal kişand ser rewşa kampa penaberan ya El Hol û got ku ew cîh bûye navenda kombûna hêzên tundrê û got ku metirsîyê çêdike.

Hişyarîyên dawî yên karbidestên Amerîkî li dû daxuyanîya Pentangonê ya ser herêmê hat ku di wê de hatibû gotin ku hevbendîya Amerîka û HSD’ê bala xwe bi tenê daye ser têkbirina DAIŞ’ê.

Hin çavdêrên rojhilat û bakurê Sûrîyê li bendê ne ku Amerîka li hember çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê zêdetir destekê bide HSD’ê.

Peyamên dawî yên Amerîka yên jibo Tirkîyê nîşan didin ku Washington seba herêmê li hember Enqerê ji berê tundtir disekine.

Jêder: Medyanews, AFP

XS
SM
MD
LG