Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, di serdaneke pêşwext neragihandî de bi armanca "gihandina peyameke girîng" roja Duşemê gihişt paytexta Ukraynayê Kîevê.
Austin li ser platforma X'ê (Twittera berê) nivîsî "Ez niha giham Kîevê da ku bi rayedarên Ukrayna re kom bibim."
"Ji bo gihandina payemek girîng ez îro li vir im, ku peyameke girîng bidim - Amerîka dê ligel Ukraynayê di têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de li dijî êrîşên Rûsyayê niha û siberojê jî, dê berdewam bibe."
Pentagonê jî roja Duşemê di daxuyaniyekê de got Austin serdana Kîevê dike "ji bo ku bi rêberên Ukrayna re bicive û piştgiriya bihêz ya Amerîka ji bo têkoşîna Ukraynayê ya ji bo azadiyê xurt bike."
Li gor daxuyaniya Penatagotnê, danûstandin dê tekezîyê li ser hevbendiya stratejîk ya di navbera Amerîka û Ukryana de bike, di nav de piştrastkirina wê yekê ku hêzên çekdar yên Ukraynayê şiyanên meydanî yên pêwîst ji bo zivistanê û parastina welatê xwe li hember gefên Rûsya yên niha û paşerojê.
Hatîye plankirin ku di dawiya vê hefteyê de, Austin dê di heman demê de di civîneke onlayn de ji Pentagon, dê mazûvaniya civîna 17emîn ya Koma Têkiliya Parastina Ukrayna bike, ku xebata girîng ya hevrêzî û piştgirîya navneteweyî ji bo Ukrayna bidomîne. Tê çaverêkirin ku nêzî 50 welat beşdarîyê di civînê de bikin.
Ajansa Reuter dibêje, Austin di dema şer de serdana Ukrayna dike û ku tê gotin heta kengî dê alîkariya welatên Rojavayî bo Ukrayna dom bike, serdana wezîrê berevaniya Amerîka Austin nîşana alîkariyeke "neguher" dide Ukrayna.
Jêder: Reuters/X/AFP