Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî Bi Tundî li Dij Astengkirina Biryara Qedexeya Seferkirnê Radiweste


Qesra Spî roja Çarşemê reaksyonek tund nîşa biryara dadgeheke fedral ya Amerîkî da ku, dixwest biryara serok Trump ya qedexeya seferkirina rûniştvanên 6 welatan bo nav axa Amerîka asteng bike, lê Qesra Spî da zanîn ku ev dê ewlekariya netewî ya Amerîka bixe di metrisiyê de.

Biryara dadgerê Amerîkî weha bû ku, roja Çarşemê rê liber biryara Serok Trump bigire û qedexe bihê hilandin û biryara dadgehê bicî bibe, lê Qesra Spî dibêje biryara serok Trump di berjewendiya ewlekariyê de ye û dê bibe sedama parastina xelkê Amerîka û tedbîrên baş bên wergirtin li hember hatina kesên nîyet xerab bo nav axa Amerîka.

Biryara Trump ya Qedexekirina Seferkirinê liser xwecihên 6 welatan hatîye sepandin, ew welat: Îran, Çad, Lîbiya, Somalya, Sûriya û Yemen in.

Rêvebirîya Îdara Serok Trump dibîje ewê çavek din bi biryara dadgerê Amerîkî re bixişînin.

XS
SM
MD
LG