Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Karbidestekî Wezareta Ewlekarî ya Çînê Digire


Berpirsê FBI'ê Herb Stapleton û Dozgerê Federal C. Glassman ser desteserkin Xu diaxifin
Berpirsê FBI'ê Herb Stapleton û Dozgerê Federal C. Glassman ser desteserkin Xu diaxifin

Xebatkerî Wezareta Ewlekarî ya Çînê bi tawanên sîxurîya aborî û eşkerekirina sirên kompanîyên firînê yên Amerîkî hat girtin.

Yanjun Xu, ku di meha Nîsanê de li Belçîka hatibû desteser kirin, roja Sêşemê ber bi Amerîka ve hat bi rê kirin.

Pekînê hîn ser vê mijarê ti daxuyanîya fermî nedaye.

Wezareta Ewlekarî ya Çînê, ser îstixbarat, ewlekarîya sîyasî û sîxurîya li derve û li hindurê welêt desthilateke berfireh bikar tîne.

Wezareta Dadê ya Amerîka dîyar kir ku Xu dijî gelek kompanîyên esmanî, ku di nav wan de GE Aviation û General Electric jî hene, tawan pêk anîne.

Li gor Wezareta Dadê, Xu ji Berfanbara 2013’an vir ve ser sîxurîya kompanîyên firînê dixebite, bi rêka pisporan re agahîyan ji Çînê re dişîne û ew agahî bi taybetî li zanîngehan tên karanîn.

XS
SM
MD
LG