Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Welatîyên Xwe Dike ku Serdana Afganistanê Nekin


Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê bang li Amerîkîyan kir ku jiber vîrusa korona û ewlekarîya serdana Afganistanê nekin.

Bi daxuyanîyê, ji karmendên dîplomatîk yên dikarin karên xwe li derveyî Afganistanê bimeşînin, hat xwestin ku demûdest ji wî welatî derkevin.

Li gor daxuyanîyê li Afganistanê metirsîya ‘’terorîzm’’, ‘’revandina kesan’’ ‘u ‘’pevçûnên çekdarî’’ zêde bûye.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kiribû ku leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê, ku hejmara wan bi qasî 2500 e, dê di 1’ê Gulanê dest bi vekişînê bikin û heta 11’ê Îlonê jî dê dawî li vekişînê were.

Fermendarê hêzên NATO û Amerîka yên li Afganistanê General Austin Scott Miller jî di rojên borî de gotibû ku her çiqas vekişandina fermî dê di 1’ê Gulanê de destpê bikira jî wan jiber hin tedbîran dest bi vekişînê kiriye.

General Miller da zanîn ku ewê bi vekişînê re hemî bingeh û kelûpelên leşkerî bidin hêzên ewlekarî yên Afgan.

XS
SM
MD
LG