Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Balê Dikişîne Ser Tevgera El Qaydê ya Ber bi Afganistanê ve


Raporên dawî raber dikin ku alîgirên El Qayde û Dewleta Îslamî xwe dane ber ku kontrola Afganistan ya meha borî ketibû destê Talîbanê, bi dest xwe xin.

Ew raporên pêşî yên hefteya borî balê dikişînin ku di navbera alîgirên wan rêxistinên de gotinên ser çûyîna ber bi Afganistanê ve zêde bûye.

Karbidestekî îstixbarata Amerîka roja Sêşemê da zanîn ku hin hin alîgirên wan koman dest bi rêwîtîya ber bi Afganistanê ve kirine.

Cîgirê Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî David Cohen, di hilcivîneke îstixbaratî ya li derveyî Washingtonê de, dîyar kir ku wan ji hin tevgeran dîtiye ku El Qayde ber bi Afganistanê ve diçe.

Cohen da zanîn ku El Qayde dikare di demeke kin wek salekê de xwe topî ser hev bike û ser wê hişyarîyê got ku ewê wê rewişê ji nêz ve bişopînin.

Karbidestên îstixbarata Amerîka red dikin ku ser endamên El Qaydê yên vedigerin Afganistanê zêdetir agahîyan bidin.

Vîdeoyeke ku di demeke nêz de hatiye kişandin raber dike ku Amin El-Haq ya dema Şerê Tora Bora bi avakarê wê rêxistinê Usame Bîn Ladîn re kar kiriye, vedigere eyaleta xwe ya bi navê Nangarhar.

Hin sazîyên din yên îstixbaratê jî didin zanîn ku fermanderên pêşeng yên El Qaydê yên wek Saif El-Adel niha li Îranê ne, dê vegerin Afganistanê.

Berpirsên navneteweyî yên bo têkoşîna dijî terorê bi fikaran gotibûn ku Afganistan dikare careke din bibe kozika terorîstan û hişyarîya CIA’yê jî li dû wan fikaran tê.

Kordînatorê tîma Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Dewleta Îslamî û El Qaydê dişopîne, Edumunt Fitton – Brown roja Înê di forumeke onlayn de ser got ku di nav wan koman de bo Afganistanê coeşeke mezin çêbûye.

Analîstên wek Charles Lister yê ji Enstîtuya Rojhilata Navîn, ku navenda wê li Washingtonê ye, balê dikişînin ku Dewleta Îslamî, ku hevrikê sereke yê El Qaydê yê, bala xwe daye ser Afganistanê.

Karbidestên Amerîkî hefteya borî ser vê rewişê fikarên xwe ji VOA re gotibûn û îstixbarata Amerîkî jî berî Amerîka ji Afganistanê bi temamê vekişe, ser zêdebûna çekdarên bîyan yên dihatin wî welatî hişyarî kiribû.

Ji CIA’yê Cohen dîyar kir ku ew bi tecirbeyên berê bêyî ku li Afganistanê bin dikarin ser wir agahîyên îstixbaratî top bikin û da zanîn ku nîşan raber dikin ku Dewleta Îslamî ya li Xorasanê û El Qayde dixwazin hêzên xwe li Afganistanê xurt bikin.

Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Berevanîyê Scott Berrier dîyar kir ku El Qayde dikare ji salekê heta du salan bo welêt dikare bibe gef.

Berpirsên din yên welatên rojave dibêjin ku her çiqas El Qayde di demên pêş de di hêzeke biçûk de bimîne jî didin zanîn ku Dewleta Îslamî ya Xorasanê bi mehan e li Afganistanê û li welatên din yên cîran xwe xurt dike.

XS
SM
MD
LG