Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê bo Afganistanê Alîkarîyeke Nû ya 144 Mîlyon Dolarî Bike


Rêvebirîya Amerîka ragihand ku ewê bo Afganistanê bi qasî 144 mîlyon dolaran alîkarîyeke nû ya mirovî bike.

Berdevika Civata Ewlekarî ya Neteweyî ya Amerîka Emily Horne da zanîn ku alîkarî dê di ser sazîyên serbixwe yên li Afganistanê re werin belav kirin.

Alîkarîya Amerîka dê di ser wan sazîyan re bigehije 18,4 mîlyon Afganên li Afganistanê û yên li welatên cîran.

Horne bal kişand ku mehên zivistanê tên û dîyar kir ku ewê bi alîkarîyê xizmetên sereke yên saxlemîyê, xwarinê, avê, cîhê mayînê bidin.

Bi vê alîkarîya nû, Amerîka dê di sala 2021’an de 474 mîlyon dolar alîkarî bide Afganistanê.

Raporên dawî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) raber dikin ku li Afganistan ya ku nifûsa wê bi qasî 40 mîlyon e, 22,8 mîlyon kes nikarin xwarinên pêwîst bi dest bixin.

Ew rapor didin zanîn ku ji wan kesên bi birçîbûnê re rûbirû mane 3,2 mîlyon kes zarokên ji 5 salî biçûktir in.

XS
SM
MD
LG