Amerîkayê îro Sêşemê jibo Afganistanê 308 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî ya nû ragihand.
Dîyarkirina alîkarîya Amerîkî di demekê de ku Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ku nîvê şênîya welêt rûbirûyê birçîbûna giran e û banga alîkarîyê kiribû, pêk hat.
Berdevika Konseya Ewlekarîya Netewî ya Amerîka Emily Horne got ku ev alîkarî ewê rasterast ji ser Ajansa Amerîkî ya bo Pêşvebirina Navneteweyî (USAID) biçe "rêxistinên mirovahî yên serbixwe".
USAID jî îro bi daxuyanîyeke da zanîn ku wê drav bo alîkarîya xwarin û vexwarinê, , piştgirîya sazîyên lênerîna saxlemîyê û hewildanên saxlemîyê yên mobîl were belav kirin.
Herwiha, USAID got ku armanca wan piştrast bikin ku karmendên alîkarîyê û pêdivî digehîje heremên dûr, dijwar û her wiha alîkarîya mirovan e ku bi tiştên wek stergeh û kincên germ, betanî û yên din ew bikaribin zivistanê derbaz bikin.
"Amerîka jibo alîkariya gelê Afganîstanê pabendîya xwe didomîne. “Lê, jibo ku ev alîkarî herî bi bandor be, divê hemû karmendên alîkarîyê, bi taybet jin, werin destûr kirin ku serbixwe û ewledar tevbigerin û karibin bê astengî xwe bigehînin jin û keçan, " USAID got.
Hevdem, USAID destnîşan kir ku Amerîka banga xwe ya bi berdewamî ya li Talîbanê ku rê bide gehîştina alîkarîya mirovahî ya bê asteng, şert û mercên ewle bo alîkarîyê, pêşkêşkirina serbixwe ya alîkarîyê bo tevahîya mirovên xizan û azadîya tevgerê ya bo xebatkarên alîkarîyê yên ji hemî zayendan, dubare dike.
Amerîkayê bang li welatên din jî kir ku beşdarî hewldanên alîkarîyê bibin.
Hejayê bal kişandinê ye ku rewşa mirovahî li Afganîstanê ji vekişîna hêzên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya di Tebaxê de û cemidandina alîkarîyên navneteweyî bo hikûmeta Talîbanê, xirabtir bûye.
Konseya Ewlekarîyê ya NY di Berfanbarê de cara yekê biryar da ku hin çalakîyên alîkarîyên mirovahî ji nava toleyên Amerîka yên dijî kesayetî yên Talîbanê werin derxistin ku bo gelê Afganî alîkarî were kirin.