Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Hacanî: Piştî Şerê Faşizmê, Nazizmê, Markîsizmê Û Îslama Siyasî, Amerîka Niha Dê Bersinga Çînê Bigire


Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand ku leşkerên Amerîkî yên herî dawî şeva borî di seat 19:29an de li gur dema grênic û 11:59 an de li gur dema navxweyî ya Afganistanê ûbi firokeyên C-17 yên leşkerî ji Afganistanê derketin. Bi vê yekê dirêjtirîn şerê Amerîkayê yê 20 salî bidawî bû.

General Kenneth McKenzie, fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, di konfranseke rojnamevanî de Duşemê êvarî bi dema Washington got, “ez ji vir bo jiwe re radigihînim ku vekêşana me ji Afganistanê qediya.”

Peyvdarê Talîbanê jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku, "hemû hêzên dagîrker yên biyanî berî çend kêlîkan ji welêt derketin."

Jibo nirxandin û çarenivîsa Talîbanê û herêmê piştî derketina Amerîka Dengê Amerîka nêrîna Dr. Îbrahîm Hacanî, mamsoteyê zanîngehê û pisporê pirsên leşkerî wergirt.

Dr. Îbrahîm Hacanî, pisporê leşkerî û mamostayê zanîngehê-Duhok
Dr. Îbrahîm Hacanî, pisporê leşkerî û mamostayê zanîngehê-Duhok

Hacanî got, Amerîka weke welatê herî bihêz li cîhanê di dîrokê de gelek şer kirin da ku armanc û pirensîpên xwe biparêze, Amerîka şerê Faşizmê, Nazizmê, Markîsizmê û Îslama Siyasî kirîye da ku pirenspên xwe yên di îdolojiya xwe ya lîbralizmê biparêze û biserkeve.

Hacanî herwiha got, "Niha gehişte hedekî ku Çîn dibe hevrikekî sereke yêAmerîka bahra pitir ev alavên xwe yên leşkerî, xebîrên xwe, Îstîxbaratên xwe, hemî birin derya Çînê ya bakur. "

Dr. Îbrahîm Hacanî derketina Amerîka weke şikestin û revînê nabîne, ew dibêje "Derketina Amerîka, ne derketinek têkçûnê bû, derketine bû piştî danûstandin li gel Talîbanê hatin kirin."

Hacanî weha dibîne ku derketina Amerîka weke gotina Kurdan tê yak u dibêje "Du teyr bi kevrekî kuştin."Amerîka karî hem Çînê dorpêç bike û hem jî Îranê.

Hacanî weha dibêne ku Talîbana niha dê ne weke Talîbana berê be, û ibêje di dema xwe de jî Talîban ne ewqas tundra bû, şerê talîban Amerîka li ser neradest kirina lîderê Qaidê Osama Bin Laden bû.

Hevpeyvîn - Dr. Îbrahîm Hacanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:16 0:00
Direct link

------------------------------------------------------------------

XS
SM
MD
LG