Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Dibêje Agirbesteke li Gaza Wê di Berjewendîya Hamasê de Be


ISRAEL-PALESTINIAN-CONFLICT
ISRAEL-PALESTINIAN-CONFLICT

Berdevikê Qesira Sipî roja Sêşemê dîyar kir ku agirbesteke li Gazayê tenê wê alîkarîya Hamasê bike, dema ku bo agirbesteke mirovî gelek bang têne kirin.

"Agirbesteke bo niha bi rastî tenê wê di berwendîya Hamasê de be," Kirby ji rojnamevanan re got.

Piştî êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de, Îsraîl êrîşekê pir tund ya bêmînak ser Gaza didomîne.

Wezareta Saxlemîyê ya Gaza de dibêje ku heta îro 5791 Filistînî di bomberankirinên di êrîşên esmenî yên Îsraîlê de hatine kuştin, ku ji wan zêdetirî 2000 zarok û 1400 jin in.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji destpêka bomberanên Îsraîlê vir ve zêdetirî 1.4 mîlyon Filistînî neçar mane ku malên xwe yên li Gaza biterikînin û birevin.

Amerîka hefteya borî jî hefteya borî pêşnivîsa biryarek li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) veto kir, ya ku banga "rawestandina mirovahî" ya şer dikir.

Karbidestên Amerîkî gotin ku pêşnivîsa biryara NY bi têra xwe piştgirî nedida mafê xweparastinê ya Îsraîlê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG