Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Plana Ser Vekişandina Leşkerên Amerîkî yên li Almanya Radiwestîne


Amerîka plana ser vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Almanya, ku di dema Serokê berê Donald Trump de hatibû ragihandin, rawestand.

Fermandarê Bilind yê Hêzên Hevalbend yên NATO û Hêzên Ewrupa yên Amerîka Tod Wolters ji rojnamevanan re dîyar kir ku Serok Joe Biden ferman daye ku ser biryara vekişandina leşkerên Amerîkî nirxandineke berfireh were kirin.

Woters da zanîn ku Wezîrê Berevenî yê Amerîka Lloyd Austin bi Qesira Sipî re danûstandinê dike û ewê biryara ser plana leşkerên Amerîkî yên li Almanya piştre bide.

Wî got ku ew nizane ku ewê biryara leşkerên Amerîkî yên li Almanya be.

Trump dîyar kiribû Almanya bo budçeya berevanîyê kêm pereyan dide û di Hezîrana borî de dabû zanîn ku ewê hin leşkerên xwe yên li Almanya vekişînin, hinan vegerînin welêt û hinan jî bişînin welatên din yên NATO.

Li Almanya bi qasî 36 hezar leşkerên Amerîkî hene û bi plana Trump dê ji sê parên wan parek ji wî welatî bihatana vekişandin.

Ew plan bi qanûna budçeyê ya berevanîyê, ku Komarî û Demokratên Kongresê piştgirî dabûnê, hatibû sekinandin.

XS
SM
MD
LG