Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Biden bo Balyozxaneya Amerîka ya li Almanya, Gutmann ya Akademîsyen Kiriye Berbijar


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serok Joe Biden dê bo balyozîya Amerîka ya li Almanya, Amy Gutmann ya akademîsyen bike berbijar.

Gutmann ya 71 salî niha li Zanîngeha Pennsylvania wek serok kar dike.

Der Spiegel ragihand ku bavê Gutmann ji Almanya ya dema Nazi revîye.

Ger berbijarîya Gutmann li Civata Senatoran were pejirandin ew dê li şûna Robin Quinville yê bi awayekî demkî hatiye erkdarkirin kar bike.

Quinville par piştî piştgirê Trump, Richard Grenell karvekişîna xwe ragihandibû ketibû şûna wî.

Balyozxaneya Amerîka ya li Berlînê û Wezareta Derve ya Almanya hîn ser nûçeyan ti şirove nekirine.

XS
SM
MD
LG