Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin Dibêje Ew bi Tundî Dijî Operasyona Tirkîyê Ne


Pentagonê ragihand ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin ji hevtayê xwe yê Tirk Hulusi Akar re got ku ew naxwazin ku Tirkîye li Sûrîyê operasyonan li dar xe.

Li gor daxuyanîya Pentagonê, Austin bi telefonê ji Hulusî Akar re dîyar kiriye ku ew bi tundî dijî operasyona pêkan ya Tirkîyê ne.

Austin bo peqîna li Stenbolê ya 13’ê Mijdarê jî sersaxî xwestiye.

Wî ser girjîya li bakurê Sûrîyê û Tirkîyê fikarên xwe dîyar kirine û gotiye ku tevgerên Enqerê bo leşkerên Amerîkî, ku bi hevkarên herêmî re dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têkoşînê dikin, gefan çêdikin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka banga kêmkirina girjîyê kiriye û daye zanîn ku ew bi tundî dijî operasyona Tirkîyê ne.

Berî Austin, Berdevikê Pentagonê Patrick Ryder dîyar kiribû ku operasyona Tirkîyê wê zararê bide têkoşîna dijî DAIŞ’ê.

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wek aktoreke girîng dibîne.

Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî vê hefteyê bang li Amerîka kir ku dijî tevgerên Tirkîyê helwesteke tundtir nîşan bide.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, dibêje jiber êrîşên Tirkîyê ew nikarin bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê.

Tirkîye îdia dike ku Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û YPG rêxistinên wek hevdu ne û dide zanîn ku ew dijî ewlekarîyê welêt gefan çêdikin.

Enqerê herî dawî ser peqîna li Stenbolê, PKK û YPG tawanbar kiribûn, lê wan dabû zanîn ku ti peywendîya wan bi êrîşê tuneye.

XS
SM
MD
LG