Ajansa nûçeyan Reutersê ragihand ku Wezareta Derve ya Amerîkayê destûr daye Litvanya, Lativiya û Estonya ku mûşekên Amerîkî û çekên din ji Ukraynayê re bişînin.
Reutersê ev agahî ji zarê 3 çavkaniyen cuda ragihand.
Li gor rêzêkên kontrolkirina derfirotinê ya amerika , welat divê berîya ku çekên ku ji amerika werdigirin radestî alîyêkî sêyan bikin, pêwîstê ku ew ji Wezareta Derve erêkirinê bistînin. b
Peymanên veguheztina aliyên sêyan wê destûrê bide Estonya ku mûşekên dijî-tankan Javelin veguhezîne Ukraynayê û herwiha destûrê bide Lîtvanya jî ku mûşekên Stinger bişîne wî welatî.
Serokê Amerika Joe Biden jî gotibu ku ew pêşbinîyê dike ku ewê Rûsya destwerdana Ukraynayê bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve got ku serok Biden di meha Rêbendanê de biryara şandina 200 milyon dolar wek alîkariyeke ewlehîyê û 60 milyar dolar ji cebilxaneya Amerîkayê ji Ukraynayê re erê kiriye.