Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Karên Balyozxaneya Kîevê Vediguhezîne Lvîvê


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku ewê balyozxaneya li Kîev ya paytexta Ukrayna bigirin.

Blinken da zanîn ku ewê karmendên dîplomatîk bi awayekî demkî veguhezînin bajarê Lvîvê.

Wî bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku jiber ku wan dîtiye ku Rûsya lezek daye kiryarên xwe yên leşkerî yên li nêzî sînorê Ukrayna, ewê kiryarên balyozxaneyê ji Lvîvê bidomînin.

Wezîrê Derve ya Amerîka dîyar kir ku ewê dîyaloga bi hikûmeta Ukrayna re bidomînin û got ku Washington dê bo kêmkirina girjîyê bi awayekî domdar li hewildanên dîplomatîk binêre.

Blinken dîyar kir ku ew bo çareserîya dîplomatîk hewildanên xwe didomînin û got ger hikûmeta Rûsya dîyalogê bixwaze rêka dîplomatîk vekirî ye.

XS
SM
MD
LG