Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Îdiayên Ser Kuştina Bexdadî Piştrast Nekir


Ebu Bekir El-Bexdadî
Ebu Bekir El-Bexdadî

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku rêberê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Ebu Bekîr El-Bexdadî hatîye kuştin.

Dîrektorê SOHR’ê Ramî Albdulrahman ji Reuters’ê re dîyar kir ku bi pêşengên DAIŞ’ê yên li Dêrezorê re axifîne û mirina Bexdadî piştrast kirine.

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) da zanîn ku wan kuştina Bexdadî hîn piştrast nekiriye.

Şêwirmendê Serokê Amerîka Donald Trump, Sebestian Gorka jî ji Fox News’ê re da zanîn ku wan nûçeyên derbarê kuştina Bexdadî piştrast nekiriye.

Karbidestên Îraqî û Hikûemta Herêma Kurdistanê jî hîn ser kuştina Bexdadî ti tişt negotine.

Wezareta Berevanî ya Rûsya, di meha Hezîranê de gotibû ku ‘’dibe ku Bexdadî di êrîşeke me ya li Reqa de hatibe kuştin.''

XS
SM
MD
LG