Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi vîrusa korona ketiye.
Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Derve ya Amerîka ragihand. Wezaretê da zanîn ku semptomên Blinken sivik in.
Li gor daxuyanîya wezaretê, Blinken vaksînên xwe tam li xwe dane û di rojên dawî de bi Serok Joe Biden re ti temasa wî ya nêz çênebûye.
Blinken dê li malê di karantînê keve û xebatên xwe onlayn bidomîne.
Ew roja Çarşemê bi hemtaya xwe ya Swêdî Ann Linde re û roja Sêşemê jî bi Wezîrê Derve yê Meksîko Marcelo Ebrard re kom bûbû.
Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken bi Vîrusa Korona Ket
