Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka û Brezîlya dê rê li ber qutkirina darên daristanên Amazonê bigirin.
Reutersê ew agahîya ser bi hev re xebitînê ji zarê Qesira Sipî ragihand.
Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Brezilya Jair Bolsonaro bo Hilcivîna Amerîka li Los Angelesê kom bûn.
Qesira Sipî dîyar kir ku Biden û Bolsonaro li hev kirine ku ew rê li ber qutkirina darên daristanên Amazonê bigirin.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Amerîka û Brezîlya dê ser krîza Ukrana jî li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi hev re bixebitin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Brezilya Jair Bolsonaro ser jinûve bidarkirina Amazonê li hev kirine.
Reutersê ew agahî ji zarê Qesira Sipî ragihand.