Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Brîtanya Radestkirina Assange Dixwaze


Wezareta Dadê ya Amerîka bo Brîtanya danerê WikiLeaksê Julian Assange radest bike, bi awayekî fermî serlêdan kir.

Karbidestên Brîtanya ji ajansa nûçeyan ya Reutersê serlêdana Amerîka piştrast kirin.

Amerîka, Assange bi binpêkirina qanûnên sîxurîyê û bidestxistina agahîyên hikûmetê tawanbar dike.

Parêzerên Assange hîn derbarê serlêdanê ti daxuyanî nedane.

Assange, ku ji 2012’an vir ve li Balyozxaneya Ekvador ya li Londonê dima, heftaya borî ji wir hatibû derxistin û desteser kirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG