Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê ji Hemî Rêwîyên ji Brîtanya Testa Vîrusa Korona Bixwaze


Amerîka jiber cureya nû ya vîrusa korona ya li Brîtanya derketiye ji roja Duşemê pê ve ji rêwîyên wî welatî têne dixwaze ku testên xwe yên COVID-19 bikin.

Ew testên vîrusa korona dê yên 72 saetên dawî bin.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ji rêwîyên Brîtanya yên bi firokan têne Amerîka dixwaze ku negatîfbûna testên xwe yên vîrusa korona bi belgeyên piştrastkirî nîşan bidin.

Balyozxaneya Brîtanya ya li Washingtonê pirsên Amerîka yên ser vê daxwazê bê bersîv hiştin.

Kompanîyên firînan yên Amerîka, United û Delta do Pêncşemê ragihandibûn ku ewê ji rêwîyên ji Brîtanya testa COVID-19 ya di 72 saetên dawî de hatiye kirin, bixwazin.

CDC di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku ew ji rêwîyan dixwazin ku PCR yan testên xwe yên antîkorê bikin.

Bi vî awayî hemî kompanîyên di navbera Brîtanya û Amerîka de firînan dikin mecbûr in ku ji rêwîyan encamên testan bixwazin.

Rêwî dê karibin bi rêka elektronîk jî belgeyên xwe yên vîrusa korona bişînin.

XS
SM
MD
LG