Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Rê li Çekdarên DAIŞ'ê Girt


Çekdarekî DAIŞ'ê, li sînorê Lubnanê, di otobusê de
Çekdarekî DAIŞ'ê, li sînorê Lubnanê, di otobusê de

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, bo çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) yên ku ji Lubnanê direvin nekevin hindurê rojhilata Sûrîyê, operasyoneke esmanî li dar xist.

Piştî agirbesteke ku Hizbullaha Lubnanê navbeynkarê wê bû, bi sedan çekdarên DAIŞ'ê ji herêma li sînorê Lubnan û Sûrîyê revîn û ber bi bajarekî di bin kontrola rêxistina tundre de ye, bi rê ketin.

Koalîsyonê, bi daxuyanîyekê ragihand ku bo rê li pêşdeçûna konvoya DAIŞ'ê bigire, pireke biçûk hilweşandîye û kortek jî kolaye.

Koalîsyonê tam eşkere nekir ku operasyon li kû li dar xistîye.

"DAIŞ gefeke cîhanî ye, veguhastina terorîstan bo hinekê din bi wan re eleqedar bibin, ne çareserîyeke mayinde ye." di daxuyanîyA koalîsyonê de de hat gotin.

Koalîsyonê bi berdewamî dîyar kir ku ne ti alîyê peymana di navbera Hizbullaha Lubnanê û DAIŞ yan rejîma Sûrîyê ye.

XS
SM
MD
LG