Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Karmendên Balyozxaneya li Çînê Vedikişîne


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bû 132.

Li gor agahîyên dawî yên karbidestên saxlemîyê yên Çînê, vîrusa korona heta niha di canê 5974 kesan de hatiye dîtin.

Vîrusa ku ji Çînê belav bûye heta niha li 16 dewletên din hatiye tespîtkirin ku yek ji wan Amerîka ye.

Qesira Sipî bo tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona her roj civînan çêdike.

Reutersê îdia kiribû ku Amerîka dê firînên ber bi Çînê ve bi awayekî demkî rawestîne, lê karbidestekî payabilind yê Amerîkî ew îdia red kiribû.

Amerîka dê îro Çarşemê karmendên xwe yên dîplomatîk yên li Pekîn ya paytexta Çînê bi firokê vekişîne.

Hikûmeta Japonya jî roja Sêşemê bo vekişandina hemwelatîyên xwe firokek şandibû Çînê.

XS
SM
MD
LG