Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Amerîka Bill Clinton Ketiye Nexweşxaneyê


Serokê berê yê Amerîka Bill Clinton jiber enfeksîyonê ketiye nexweşxaneyê.

Berdevika Medya ya Bill Clinton, Angela Urena ji Twitterê ragihand ku nexweşîya Clinton ne COVID-19 e.

Urena dîyar kir ku Clinton roja Sêşemê jiber enfeksîyonê ketiye nexweşxaneyê.

Wê da zanîn ku dermankirina Clinton didome, got rewişa wî rind e û ew spasdarê karmendên saxlemîyê ye nexweşxaneyê ye.

Nexweşxaneyê jî da zanîn ku rewişa saxlemîyê ya Clinton baş e.

CNN’ê da zanîn ku Clinton yê 75 salî li nexweşxaneyê ketiye çavdêrîya krîtîk, lê dîyar kir ku nexweşîya wî ne jiber dil e ku berê bi wî re hebû.

XS
SM
MD
LG