Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anket: Tevî Cûdabîrîyan jî Amerîkî ji Welatê Xwe Hez Dikin


Li gor anketeke dawî, tevî cûdabîrîyên kûr jî Amerîkî jîyana li dereke din çêtir nabînin.

Anketa Wall Street Journal û NBC News nîşan dide ku di mijarên wek çand, aborî û siberoja Amerîka de, Amerîka ji hev cûdatir difikirin, lê piranîya wan di wê bawerîyê de ne ku welatê wan bo jîyanê cîhekî baş e.

28 ji sedê beşdaran dîyar kir ku Amerîka, bo jîyanê li dinê tekane cîh e. 54 ji sedê beşdaran jî da zanîn ku Amerîka yek ji kêm cîhên baş yên cîhanê ye. Tenê 18 ji sedê beşdaran got ku Amerîka cîhekî normal e yan di bi bin normalê de ye.

Pirtir ji 34 ji sedê beşdaran didin zanîn ku dê jîyana zarokên wan ji yên wan bi xwe baştir be. 49 ji sedê beşdaran xwe li Amerîka ewle hîs dikin. Di 2014’an de ew rêje 21 ji sedê bû.

Encamên anketê nîşan didin ku Amerîkî bo siberojê geşbîn in, lê cûdabîrîya di nav wan de kûrtir bûye.

64 ji sedê beşdaran dîyar kir ku koçberî hêza Amerîka xurt dike. Di sala 2005’an de 41 ji sedê beşdaran dabû zanîn ku koçberî Amerîka bi hêztir dike, lê 28 ji sedê jî dîyar kiribû Amerîka bi koçberîyê qels dibe.

Ew guherîn jiber helwesta Demokratan pêk hatîye. Di sala 2005’an de 45 ji sedê Demokratan gotibû ku koçberî welêt xurt dike, lê ew hejmar di sala 2017’an de heta 81 ji sedê bilind bû.

Pirtir ji 75 ji sedê Demokratan didin zanîn ku ew ji guherînan razî ne, lê tenê 30 ji sedê Komarîyan dîyar dikin ku ew razî ne.

XS
SM
MD
LG