Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Dê li Sûrîyê Êrîşên Esmanî yên Dijî DAIŞ'ê Rawestîne


Ajansa Reuters’ê ji zarê karbidestekî Amerîkî ragihand ku Amerîka bi vekişandina leşkerên li Sûrîyê re dê li wî welatî êrîşên esmanî yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî rawestîne.

Amerîka êrîşên esmanî ji navenda operasyonê ya li Qatarê birêve dibir.

Karbidestê Amerîkî yê ku navê wî nehat eşkere kirin dide zanîn ku dê êrîşên esmanî li gor peyvajoya vekişîna leşkerên Amerîkî bi dawî bibin.

Daneyên Hêzên Esmanî nîşan didin ku ji 2015’an vir ve di operasyonan de 100,000 bombe û muşek hatine karanîn.

Serokê Amerîka Donald Trump do Çarşemê dîyar kiribû ku dê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişin.

Hin senator dibêjin ku bi vekişîna leşkerên Amerîkî, li Sûrîyê dê destê Rûsya û Îranê xurt bibe û bi tundî dijî biryara vekişînê derdikevin.

XS
SM
MD
LG