Daxwaza berdana wergerê Konsulxaneya Amerîka ya Edenê Hamza Uluçay hat red kirin.
Uluçay, ku pirtirê 30 salan, li konsulxaneyê karê wergerê dikir di Sibata 2017’an de hatibû desteser kirin û piştre hatibû berdan.
Ser îtiraza dozgerîyê, Uluçay di Adara 2017’an de careke din hatibû desteser kirin û girtin.
Uluçay bi ‘’endambûna rêxistina terorî ya çekdar’’ tê tawanbar kirin û bo wî 15 sal cezaya hepsê tê xwestin.
Di îdianameya ser Uluçay de tê gotin ku Uluçay ‘’dijî operasyonên leşkerî yên li Nisêbîna Mêrdînê gel provoke kiriye û hewil daye ku gundîyan daxîne qadan û peywendîyên wî bi PKK’ê re hene’’
Daxwaza Berdana Wergêrê Konsulxaneya Amerîka ya Edenê Hat Red Kirin
