Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku jiber operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê bi hezaran sîvîl ji warên xwe koç kirine û niha nahêlin ku ew vegerin malên xwe.
Nauert di preskonferanseke li Washingtonê de dîyar kir ku ew herêma Efrînê ji nêz ve dişopînin û rewşa sîvîlan fikarên kûr çêkirine.
‘’Tirkîye û Rûsya jî di nav de, em bang li aktorên li bakurê rojavayê Sûrîyê dikin. Divê destûrê bidin ku alîkarîya mirovî bigihêje wê herêmê û divê rê bidin ku sîvîl vegerin malên xwe’’ Nauert got.
Nauert dîyar kir jiber operasyonê 140,000 sîvîl malên xwe terikandine. Wê da zanîn ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu dê di demeke nêz de li Efrînê kom bibin û ewê li ser sîvîlên Efrînê jî biaxifin.