Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîka û Ewrupa Dê Ser Îranê Bicivin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku nûnerê taybet yê Amerîka yê bo Îranê dê roja Înê bi karbidestên Brîtanya, Fransa û Almanya ser peymana navokî bicive. Reutersê ew nûçey ji zarê sê jêderên cuda ragihand.

Îran çend hefte ne dide zanîn ku ewê ‘’di demeke nêz de’’ vegere ser peymana navokî ya 2015’an.

Tehranê hîn eşkere nekiriye ku bi şertê pûçbûna toleyên Amerîka, Yekîtîya Ewrupa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ka ewê kengî li peymanê vegere.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2018’an de Washington ji peymanê vekişand û toleyên dijî Amerîka jinûve xistin merîyetê.

Bi qasî salekê piştî vekişîna Amerîka, Tehranê jinûve dest bi bernameya zêdekirina uranyumê kir.

Jêderên ku bi şertê navên wan nehatine eşkere kirin ji Reutersê re axifîne dibêjin ku Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Îranê Rob Malley dê roja Înê li Parîsê bi nûnerên taybet yên wezaretên derve yên Fransa, Almanya û Brîtanya re bicive.

XS
SM
MD
LG