Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Koma Serhilda ya Kolombîyayî FARC'ê ji Lîsteya Terorê Derdixe


Dîmeneke ji fermandarên FARC'ê (Arşîv)
Dîmeneke ji fermandarên FARC'ê (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ji zarê du jêderan ragihand ku rêvebirîya Biden plan dike ku koma serhildêr ya Kolombîyayê FARC'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst yên biyanî yên Amerîkayê derxîne.

Yek ji çavkanîyan ji Reutersê re got, karbidestên Amerîkî dikarin îro vê biryara ser Hêzên Çekdar yên Şoreşger Yên Kolombîyayê (FARC) yên çepgir, dîyar bikin.

Serhildêrên FARC’ê di 2016’an de bi hikûmeta Kolombîyayê re peymanek aştiyê îmza kiribûn û dawî li şerê çekdarî yê navxweyî yê li herama Andean yê li welêt anîbûn, ya ku heya niha bi milyonan kes koçber bûne û zêdetirî 260 hezar kes hatine kuştin.

Danûstandinên peymanê bi piştgirîya rêvebirîya Serokê Amerîka yê wê demê Barack Obama, ku Joe Biden tê de cîgirê serok bû, hatibû kirin.

FARC, cara yekê di Cotmeha 1997'an de ji alîyê Amerîkayê ve wek rêxistineke terorîst hat destnîşan kirin.

Gerîlayên FARC'ê piştî bi peymanê çekên xwe berdan, ketin nava siyasetê, di destpêkê de, navê xwe wek Hêza Hevpar ya Alternatîf ya Şoreşger guhertin, lê kurtenivîsa FARC'ê parastin.

Lê, piştre weke Comunes hate binavkirin. Piştî ku peymana aştiyê hat îmzakirin, partîyê li Kongresê 10 kursî bi dest xistin.

Qesra Sipî, şîrovekirina vê ragihandinê red kir. Hikûmeta Kolombiyayê, yek ji hevalbendên herî nêzîk yên Washingtonê ya li Amerîkaya Latîn e, heya niha bersiv nedaye daxwaza şîrovekirinê.

XS
SM
MD
LG