Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bernivîsa Ser Fîlîstînê Red Dike


Amerîka da zanîn ku dê bernîvîsa ku bo sîvîlên Fîlîstinê ‘’berevanîya navneteweyî’’ pêşnîyaz dike, red bike.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) bernîvîsa ku li ber bû dengdana wê roja Pêncşemê bihata kirin, bo roja Înê taloq kir.

Li gor bernivîsa ku Kuveytê amade kiriye, ku bo wê du hefte ne danûstandin didomin, tê xwestin ku Îsraîl dijî sîvîlan hêza bêteşe û tundrê bikar neyne û firandina roketan ji alîyê Gaza ber bi Îsraîlê tê şermezar kirin.

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley bernivîs rexne kir û da zanîn ku têde qala Hamasê nekirine.


CENY li dû protestoyan ku di 30’ê Adarê de li Gaza destpê kirin gelek caran bo herêmê demûdest kom dibe.

Di bernivîsê de bo berevanîya sîvîlan banga agirbesta demûdest jî heye.

XS
SM
MD
LG