Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Amerîka Hewil Dide li Gaza Aştîyeke Mayînde Çêke


Rêvebirîya Serok Joe Biden dubare dîyar kir ku ew hewil didin ku girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de kêm bibe û li Gaza aştîyeke mayînde çêbe.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki di preskonferansa rojane de ser girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de axifî.

Psaki da zanîn ku Amerîka dê bo girjîya Îsraîl û Hamas ya Gaza kontrol dike bi awayekî dîplomatîk çareser bike peywendîyên xwe yên herêmê heta dawî bikar bîne.

‘’Bala me li ser kêmkirina girjîyê ye. Ew li hember tiştên me dîtine bertekeke însanî ye.’’ Psaki got.

Wê bi bîr xist ku Serok Biden û hin kesên di tîma wan de ne bi salan ser Rojhilata Navîn xebitîne û got ku bo ew dizanin ku bo encameke bi bandor divê hin hevdîtin bi awayekî veşartî werin kirin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dîyar dike ku ji destpêka pevçûnan vir ve 27 ji wan zarok 119 Filistînî hatine kuştin. 8 Îsraîlyan jî bi êrîşên roketî canên xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG