Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Di Meha Gulanê de Rêjeya Bêkarîyê Daket


Rêjeya bêkarîyê ya li Amerîka di meha Gulanê de daket.

Di meha Gulanê de 2,5 mîlyon kes dest bi karekî kirin û rêjeya bêkarîyê ji 14,7 ji sedê daket 13,3 ji sedê.

Hin pisporan jiber sînordarkirinên bo vîrusa korona gotibûn ku rêjeya bêkarîyê dê heta 20 ji sedê rabe.

Jêderên herêmî didin zanîn ku bi sistkirina tedbîrên dijî korona danûstandinên aborî jinûve geş bûne.

Berî vîrusa korona li Amerîka belav bibe, di serê 2020’an de rêjeya bêkarî heta 3,5 ji sedê daketibû ku ew rêjeya herî biçûk ya 50 salên dawî bû.

XS
SM
MD
LG