Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Hewildanên Girtina HDP'ê Bertekan Nîşan Dide


Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price
Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price

Amerîka ser hewildanên girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bertek nîşan da.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price bi daxuyanîyeke nivîskî bal kişand ser hewildanên girtina HDP’ê.

Prica dîyar kir ku biryara ser girtina HDP’ê dê îradeya hilbijêran bi awayekî neheq xirab bike û nûnertîya hilbijartî ya bi mîlyonan hilbijêr înkar bike.

‘’Em bang li Tirkîyê dikin ku, li gor hikmên berevanîyê yên Qanûna Bingehîn ya Tirk û berpirsîyên navneteweyî rêz li azadîya beyanê bigire.’’ Price nivîsî.

Serdozgerê Komarî yê Bilind do ser girtina HDP’ê doz li Dadgeha Qanûn ya Bingehîn vekiribû.

Di îdianameyê de tê îdia kirin ku endamên HDP’ê bi gotin û kiryarên xwe armanc dike ku yekîtîya dewleta Tirkîyê xirab bike.

HDP’ê di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de bi qasî 5,6 mîlyon deng sitandibûn û bi rêjeya 11 ji sedê li parlamana Tirkîyê bûbû partîya sêyan.

XS
SM
MD
LG