Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Radigihîne ku di Êrîşa Hewlêrê de Xebatkerekî Bingeha Leşkerî Hatiye Kuştin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li nêzî Firîngeha Navneteweyî ya Hewlêrê êrîşên roketî li dar ketine.

Wezareta Navxweyî ya Rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê dîyar kir ku êrîş bi roketên li dora Hewlêrê hatine bi cîh kirin, li dar ketine.

Li nêzî Firîngeha Navneteweyî ya Hewlêrê bingehekele leşkerî ya Amerîka jî heye.

Berdevikê operasyona dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengîya Amerîka, Wayne Marotto ji Twitterê da zanîn ku bi êrîşan yek ji xebatkarên wan hatiye kuştin, pênc birîndar bûne û dîyar kir ku karbidestekî Amerîkî jî birîndar bûye.

Berpirsên Îraqî hîn dîyar nekirine ku êrîş dijî bingeha leşkerî li dar ketiye yan ne.

AFP’ê ragihand ku ji birîndarên sîvîl rewişa yekî giran e.

Hîn ti rêxistê berpirsîya êrîşê negirtiye ser xwe.

XS
SM
MD
LG