Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Îhtîmala Daxistina Hikûmeta Federal Nêzîktir Dibe


Nivîsek jiber Kongresa Amerîka di 2013’an de, ku dibêje "Jiber girtina Hikûmeta Federal Hemî Parkên Neteweyî Girtî ne".
Nivîsek jiber Kongresa Amerîka di 2013’an de, ku dibêje "Jiber girtina Hikûmeta Federal Hemî Parkên Neteweyî Girtî ne".

Xeterîya daxistina hikûmeta federal ya Amerîka îro Înê berdewam dike, jiber ku Civatên Senator û Nûneran hê jî ser budceya sala 2024’an lihev nekirine.

Fînansekirin hema hema bo tevahîya kar û xizmetên hikûmeta federal sibe di dawîya 30’ê Îlonê de diqede. Ger qanûnderên Amerîkî budceya sala 2024’an nepejirînin, hikûmet wê di 1’ê Cotmehê dakave.

Senato ya ku ji hêla Demokratan ve tê kontrol kirin ser planeke darayî ya bo 7 hefteyan dixebite, ku hikûmetê heya nîvê Mijdarê bi tevahî vekirî bihêle û bêtir dem bide qanûndaneran ku ser budceya heya Îlona 2024’an hevbîr bin.

Lê, Serokê Civata Nûneran Kevin McCarthy yê Komarî, ku tenê bi yek kursîyek piranî di destê wî de ye, berîya niha jixwe ew plana Senatoyê ji bo dengdana Civatê red kiribû.

Di şûna wê de, Civata Nûneran di derengîya do şeva Pêncşemê de, pêşnivîsa qanûneke ser guherînên veqetandina budceya çar saziyên hukûmetê derbaz kir ku egera pejirandina Civata Senatoran pir hindik e.

Hevdem, derbazkirbûna vê pêşnivîsa qanûnê wê pêşî li rawestîna xizmetên hikûmetê yên ne-bingehîn negire ku wê ji nîvê şeva Şemîyê bandor be.

Heke Kongresa Amerîka peymanek diravî ya kurtdemî derbaz neke û berîya 12:01 nîvê şeva sibe Semîyê ji hêla Serok Joe Biden ve neyê îmza kirin, piranîya sazîyên federal wê werin girtin û neçar bimînin ku bi sed hezaran karkeran bişînin betlaneya bêdirav.

Ger peymanek diravî ya kurtdemî pêk neyê, wê mûçeyên zêdetirî 4 mîlyon karmendên leşkerî yên Amerîkî û karmendên hikûmetê neyên dayîn.

Federasyona Neteweyî ya Karmendên Federal, yek ji sendîkayên ku nûnertîya xebatkarên federal dike, texmîn dike mûçeyên 2.1 mîlyon karmendên federal yên sivîl wê dereng bikevin û bi qasî 4 mîlyon karmendên peymankar yên federal wê nikaribin mûçe wergirin.

Sazîyên hikûmetê danê sibê ya do Pêncşemê dest bi agahdarkirina xebatkarên xwe kirin ku dibe ku rawestanik li pêş wan be.

Lê, wê xizmetên bingehîn, wek navendên kontrolkirina trafîka esmanî û xalên sînor yên fermî xebatên xwe bidomînin.

Kesên karkenar dibe ku mûçeyên xwe di wextê xwe de nestînin ku leçûnên xwe bidin.

Park, navendên turistî û mûzexaneyan girêdayê hikûmeta federal wê werin girtin, dema ku li Washington DC navendên Smithsonian heya ku drav biqede.

Li gor Komeleya Pîşesaziya Rêwîtiyê ya Amerîka, sektora rêwîtiyê dikare rojane 140 mîlyon dolar winda bike.

Ji bilî karmendên federal, daxistina hikûmetê wê li ser xizmetên din yên hikûmetê jî bondorên neyînî bike; wek testên klînîkî, destûrnameyên çek û pasaportan.

Hin saziyên federal jî neçar in ku di dema daxistinê de bi demjimêrên kurtkirî bixebitin.

Qanûndaner herwiha hişyarî didin ku daxistineke dikare bazarên darayî têk bibe. Goldman Sachs texmîn dike ku daxistina hikûmetê wê mezinbûna aborî heftane ji sedî 0.2 kêm bike, lê piştî ku hikûmet jinûve vebe wê mezinbûn paşde vegere.

Daxistinên hikûmetên federal, di di deh salên dawîn de li Amerîka çar caran qewimîne, lê bi gelemperî tenê rojek yan du rojan berdewam kirine, heya ku qanûndaner ser bûdceyê lihev bikin.

Daxistina hikûmetê ya herî dirêj di navbera 2018 û 2019’an de pêk hat, jiber ku serokê wê demê Donald Trump û Demokratên Kongresê ser daxwaza wî ya fînansekirina dîwarê sînor hevbîr nebûn.

Daxistin bo 35 rojan berdewam kir, di nav demsala betlaneyê de, lê hevdem ev dem tenê daxistineke qismî bû, jiber ku Kongresê bo fînansekirina beşên hukûmetê hin qanûnên demkî pejirandibû.

Çareserî çî ye?


Tenê Kongresa Amerîka erkdar e ku budceya hikûmeta federal dîyar bike û wê bi pejirîne.

Pêdivî ye ku Civata Nûneran û Senato bi rengekî ser budceya bo fînansekirina hikûmetê lihev bikin.

Piştre jî divê serokê Amerîka Joe Biden budçeya ku ji hêla Kongresê ve hatiye qebûl kirin, îmza bikin ku bike qanûn.

Dema danûstandinên ser budceyê di navbera Demokrat û Komarîyan de didomin, Kongres bi gelemperî xwe dispêre çareserîyeke demî, fînansekirina kurtdemî yan CR, ku saziyên hikûmetê vekirî bimînin.

Lê, bo niha Komarî yên tund dibêjin derbazkirina qanûneke wiha ya demkî bo wan ne di rojevê de ye.

Komarî hewl didin ku hikûmetê daxistî bihêlin, heya ku Kongres danûstandinên ser hemî 12 qanûnên ku hikûmetê fînanse dikin bi dawî be, ku pêyvajoyeke bi zahmet û dirêje ku wê heya Berfanbarê nayê çareser kirin.

Serokê Civata Nûneran Kevin McCarthy yê Komarî, roja Sêşemê ragihand ku ger Serok Biden pêşnîyarên wan yên tekildarî mijarên sînor danûstandinan bike, dibe ku pêşî li daxistina hikumetê were girtin.

"Telefonê me bike, were em rûnin û vê yekê berîya dawîya rojê çareser bikin bînin," McCarthy got.

Serok Biden jî wek bersîv roja Çarşemê li San Francisco bo McCarthy wiha got:

"Ez bawer dikim ku rêber (McCarthy) di navbera ragirtina seroktîyê û berjewendîyên Amerîkî de bijartinê dike."

Ji alîyê din ve, Trump di hilbijartinên 2024’an de hevrikê serekî yê Biden e, li ser medyaya civakî serî bang li qanûndanerên Komarî dike ku ew daxistina hikûmetê pêk bînin.

Heke ew Komarî serketî bin, daxistina hikûmetê federal dikare bi heftayan hefteyan tewra dirêjtir jî berdewam bike.

Jêder: VOA, Reuters, NPR

XS
SM
MD
LG