Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka Ser Hilbijartina Stenbolê Daxuyanîyek Belav Kir


Wezareta Derve ya Amerîka ser encamên hilbijartina Stenbolê daxuyanîyek belav kir.

Wezaretê di daxuyanîyê de bal kişand ser kevneşopîya demokratîk ya Tirkîyê û bo bajarvanê nûhilbijartî Ekrem Îmamoglu daxwaza serketinê kir.

‘’Gelê Stenbolê, wek hilbijartinên di demên nêz de, di vê hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind beşdarî demokrasîya xwe bû.’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Tirkîyê ser daxuyanîya Amerîka ya derbarê hilbijartina 31’ê Adarê bertek nîşan dabû.

Berdevikê berê yê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino ser daxwazên pêdaçûnê yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) gotibû ku divê encamên rêwa werin pejirandin.

XS
SM
MD
LG