Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî Bervaniyê ji Nerihetiya Trump Dike ya Dengdana bi Rêya Postê


Washington - Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê Serok Trump Robert O’Brien berevaniya ji banga hişyarîyê ya serok Trump dike yên derbarê hewildanên sextekariyan di hilbijartinên meha Mijdarê da yên dengdana bi rêya postê tên kirin.

Koşka Spî bervanî ji hewildanên serok Trump dike yên parastina hilbijartinên serokatiya Amerîka li meha Mijdara bihê, ji destxistina derekî piştî ku hatî eşkere kirin ku "aliyên çalak yên gemar " yên Rûsya, ku ev jî rengvedana hişyariya serok Trump e yên derbarê hewildanên sextekariyan di hilbiajrtinan da.

Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê Serok Trump Robert O’Brien
Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê Serok Trump Robert O’Brien

Roja Înê Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê Serok Trump Robert O’Brien gotbû, rojnamevnana"Em her tiştî jibo parastina pîroziya hilbijartinan bikîn" Şêwirmendê serok Trump zêde kir û got Qesra Spî û Rêveberiyê "tedbîrên ku ti carî çênebûne" ji bo parastina hilbijartinan kirine. "Me jibo Çîn, Rûsya Û Îranê û yên din ku me hêjî eşkere nekirine û her kesê hewilbide dest bixe hilbijartinên Amerîkî dê rastî sizayên nedîtî bibin."

Ev jî daxuyaniya Wezareta Navxweyî piştrast dike ya ku hatî eşkere kirin û dibêje ku, Rûsya ciyê nerihetiyê ye, ku lekeyan bixe encamên hilbijartinan, ku roja Pêncçemê hatbû weşandin, û li gor raportê Rûsya dixwaze bi rêya dengdana postê bê baweriyê di encamên hilbijartinan da çê bike, ku di bûltena nûçeyan da ya NBC News da hatbû weşandin.

Trump di twîteke xwe da ev yek dabû zelal kirin û nerihetiya xwe anî bû ziman û gotbû, dengdana bi rêya postê dê bi şêweke mezin tawan û xeteriya sextekariyê li ser dengderan hebe.

Trump ev demeke nerihetiya xwe ya li hember dengdana bi rêya postê tîne ziman, di twîteke ya 22ê Hezîranê da gotbû.

"Jiber dengdana bi rêya postê hilbijartinên 2020ê, eger ku ev bêmejitî neyê bidawî kirin dê hilbijatinên herî xerab bin di dîroka welatê me da, me di şerê cîhanî yê Yek û yê Duyê da hilbijartin bê pirsgirêk encam dane, lê niha ew COVID-19 bikartînin bo sextekariyan di dengdana bi rêya postê ".

Li destpêka vê hefteyê danûstandinek pêkhat, herwek serok alîgirên xwe han dide ku du caran deng bidin, carek bi rêya postê û carek jî liser sindoqan, jibo taqîkirina rêbaza hilbijartinan û piştrastbûn ji vavartina dengan, lê dengdan du caran neyasayî ye.

Berpirsên Koşka Spî yên di asta bilind da, Înê berevanî ji nerihetiya gotinên serok Trump kirin yên derbarê dengdana bi rêya postê û dan zanîn ku nerhitiya serok Trump beraqile. Robert O’Brien got "Tirsa ji dengdana bi rêya postê tiştek zelale "wî îşaret bi liser hev kombûna balotên dengdanê da yên ku li avahiyên xwecihan li seranserî Amerîka tên dîtin.

Lêgerîna nûçeyan di Google û ji aliyê raportên VOA di bûyerekê tenê da li New Jersy dîtiye ku kompaniyên postê balotên dengdanê danîne korîdarên avahî li şûna ku bixin di sindoqa şexsî yên posta dengderan da.

Robert O’Brien dibêje, divê em cûdahiyê nexin navbera vê metisiyê û gefên din yên li hember hilbijartinên dahatî.

Robert O’Brien dibêje "Ev metirsiye bi temamî cûdaye ji hewlidanên dijber yên biyanî bo bandor kirina li hilbijartianên me." Û dubare kir ku gefa sereke ne ji Rûsya ye û got"Çîn heye, saziyên Îstîxbaratê eşkere kirîye ku Çînê bernamên herî mezin yên bi bandor hene li ser siyaseta Amerîka. "

Weha diyar dibe ku Robert O’Brien dixwaze gomanê bixe ser wan raportên Îstîxbaratî ku dibêjin neyarên Amerîka terefdarên aliyekî ne û dibêje"hin alî piştevanên Biden î ne, û hene dibêjin hin Serokî baştir dibînin".

Robert O’Brien herwiha got "Helwesta min eve ku giring nîne, ew welat çi dixwazin, ya giring ewe ku rê li hember her welatek bihê girtin yên hewil dide destê xwe bixe nava hilbijartinên azad û rewa yên Amerîka, ev giring e".

Li gor wan pêzanînên meha borî hatine weşandin, derdikeve ku karbidestên bilind yên saziyên Îstîxbarata Amerîkî di wê bawerê dane ku welatên weke Rûsya û Çînê bi zelalî alîgiryê dikin û bandora Rûsya zêdeye.

William Evanina
William Evanina

William Evanina Rêveberê Navenda Niştîmanî ya Dije-Sîxûrî û Ewlehiyê di daxuyaniya 7 Tebaxê da got bû "Em dibînin ku Rûsya hejmarek rê bi şêweke bingehîn girtine ber jibo reşkirina navûbangiya Joe biden Cîgirê serok,ku binyatek dijî Rûsya dibîne. "Herwiha dibêje "Hin aliyên karîger li Kremlin hewil didin di mediya civakî û televizyona Rûsî da piştgîriyê bidin berbijariya serok Trump." Dîsan ew dibêje, Çîn û Rûsya baştir dibînin Biden biserkeve.

William Evanina dibêje, Pekîn weha dibîne ku Trump kesekî "bawerî pê nabe" ye.

Trump jiber wan dengên tên gotin ku di hilbijartinên 2016ê da Rûsya piştevaniya wî kirîye bêzar bûye, bi berdewamî wan îdîayan red dike ku Rûsya pê baş be ew serkeftîye.

Şeva Înê di daxuyaniyek berfireh da li Koçka Spî gote nûçegihanan "Me ji her alî ji hemû welatên cîhanê zêdetir kiryarên tund li dij Rûsya encam dane." Û got gefên li ser Rûsya hatine zêdekrin.

Trump gote raportvanan"Balkêşe ku hertim behsa Rûsya tê kirin, min nek pênexweş behsa Rûsya bihê kirin, lê ez dibînim ku dibe di vê demê da pitir behsa Çînê bikin ji Rûsya".

Berpirsên Amerîkî soz dane ku zêdebarî gef û nerihetiyên bê jehmar, lê helbijartinên serokatiyê yên dahatî dê helbijartinên herî parastî bin di dîroka serdem ya welatî da, îşaret jî weha hatiye dan ku dibe ne wek hilbijartinên berê be, dibe ku encam hinekî paş bikevin, jiber wan dengên ku dê bi rêya postî bihên dan.

Saziyên Îstîxbaratî yên Amerîka û berpirsên çespandina yasayê gotine, wan ti pêzanînek di dest da nîne ku erê bike, welatekê biyanî yan aliyek di nava welat da, niha hewil dide ku bi rêya dengdana postê hilbijartinên Amerîka lekedar bike.

XS
SM
MD
LG