Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka jiber Amadekarîya Êrîşa Kîmyayî Hikûmeta Sûrîyê Hişyar Dike


USS Porter ji Derya Sipî li dijî Sûrîyê êrîşê pêk tîne, 7'ê Nîsanê 2017
USS Porter ji Derya Sipî li dijî Sûrîyê êrîşê pêk tîne, 7'ê Nîsanê 2017

Amerîka, hikûmeta Sûrîyê jiber amadekarîya êrîşeke kîmyayî hişyar kir û dîyar kir ku ger êrîş pêk were, ewê Serokê Sûrîyê Beşar Esad û artêşa wî ‘’bedeleke mezin’’ bidin.

Qesra Sipî da zanîn ku hikûmeta Sûrîyê, xwe jibo êrîşeke kîmyayî ya wek ku di 4’ê Nîsanê de li dar xist amade dike.

Serokê Amerîka Donald Trump piştî wê erîşê, li dijî bingeheke esmanî ya Sûrîyê fermana êrîşa muşekî dabû.

Di êrîşa 4’ê Nîsanê de, li herêma serhildayan bi kêmî ve 70 kes jîyana xwe ji dest dabû û Amerîka wek bersîvdan êrîş biribû ser Bingeha Esmanî ya Şayratê.

Hikûmeta Sûrîyê îdiayên ser êrîşa kîmyayî red kiribûn û dîyar kiribû li wê herêma serhildayan ti êrîş li dar nexistîye.

Rêvebirîya Amerîka dîyar kiribû ku êrîşa muşekî ‘’jibo carekê ye’’ û seba ku rejîma Esad di siberojê de êrîşa kîmyayî li dar nexe pêk anîye.

XS
SM
MD
LG