Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka bo Hong Kongê Banga Aramîyê Dike


Wezareta Derve ya Amerîka ser bûyerên li Hong Kongê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Wezaretê di daxuyanîyê de da zanîn ku Amerîka jiber leşkerên Çînê yên li sînorê Hong Kongê ketiye fikaran.

‘’Amerîka, ji Çînê dixwaze ku li gor Deklarasyona Hevbeş, ku di navbera Çîn û Brîtanya de hatibû çêkirin û bi awayekî bilind xweserîyê dide Hong Kongê, tevbigere’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Serokê Amerîka Donald Trump jî gotibû ku divê hemî alî bi awayekî aram û aştîyane tevbigerin.

Di daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka de tundûtûjîya li Hong Kongê hat şermezar kirin.

Ji roja Înê vir ve xwepêşandaner her roj dijî rêvebirîyê protestoyan li dar dixin.

XS
SM
MD
LG