Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hejmara Nobedarîyên Hevbeş yên bi HSD'ê re Kêm Dike


Berdevikê Pentagonê Patrick Ryder
Berdevikê Pentagonê Patrick Ryder

Pentagonê ragihand ku Amerîka hejmara nobedarîyên hevbeş yên bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re kêm kiriye.

Berdevikê Pentagonê Patrick Ryder ji rojnamevanan re da zanîn ku operasyonên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) didomin, lê jiber ku HSD’ê hejmara gerên çavdêrîyê kêm kiriye, wan jî dewreyên hevbeş hindiktir kirine.

Kêmkirina hejmara gerên hevbeş li dû gefên Tirkîyê yên li ser bakurê Sûrîyê hat.

Tirkîye li dû êrîşên esmanî yên li herêmê hazirîyê dike ku di erdê re jî dest bi operasyonan bike.

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wek aktoreke girîng dibîne.

Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî do Sêşemê bang li Washingtonê kiribû ku dijî gefên Tirkîyê bertekeke tundtir nîşan bide.

Berdevikê Pentagonê Ryder dîyar kir ku Wezîrê Berevanî Lloyd Austin dê di demeke nêz de bi hevtayê xwe yê Tirk re biaxife.

XS
SM
MD
LG