Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Gumana Karanîna Çekên Kîmyayî li îdlibê, Piştgirîya Almanya Dixwaze


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê Jamefs Jeffrey.
Nûnerê Taybet yê Sûrîyê Jamefs Jeffrey.

ANûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Amerîka James Jeffrey dîyar kir ku ger rejîma Sûrî dijî sivîlan êrîşa kîmyayî pêk bîne, divê Almanya bi hevalbendên xwe re tevbigere.

Jeffery di serdana Berlînê de da zanîn ku bo piştgirîya siyasî divê hevkarîya leşkerî hebe.

Amerîka dîyar dike ku dibe ku rejîma Esad li Îdlibê çekên kîmyayî bikar bîne û hewil dide ku ji welatên NATO bo bersîvê piştgirîyê bistîne.

Medya Almanya ji jêderên Wezareta Berevanî ya Almanya dide zanîn ku karbidestên Alman ser bersîvdana êrîşa kîmyayî danûstandinan dikin.

Amerîka, Fransa û Brîtanya di meha Nîsanê de, ser karanîna çekên kîmyayî êrîş biribû ser enîyên Artêşa Sûrîyê.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel wê demê dabû zanîn ku ew dê beşdarî operasyonê nebin.

XS
SM
MD
LG