Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştgirîya Agirbesta li Îdlibê Dike


Serhildayên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê
Serhildayên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê

Wezareta Derve ya Amerîka ser agirbesta li Îdlibê ya bi lihevkirina Tirkîye û Rûsya hatibû ragihandin daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku ew agirbest "hêvîyan geş dike" û Amerîka piştgirîya wê dike.

"Em piştgirîyê didin agirbesta Rûs û Tirkan û hêvî dikin ku ew rewşa xirab ya Îdlibê bi dawî bike û krîza mirovahî ya giran ya bi êrîşên rejîma Esad, Rûsya Îran û Hizbulahê yên dijî herêmên sîvîlan çêbûye, sivik bike." Wezareta Derve ya Amerîka got.

Wezaretê da zanîn ku Amerîka li bendê ye ku bi Tirkîyê re, ku hevalbenda wê ya NATO ye, ser hûrgilîyên agirbestê bipeyîve.

Di dewama daxuyanîyê de hat gotin ku tekane rêka bidawîkirina şerê li Sûrîyê agirbesteke li seranserê wî welatî û çareserîyeke sîyasî ya bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

Piştî serok û şandeyên Rûs û Tirk do Pêncşemê li Moskowê danûstandin kiribûn, bo Îdlibê agirbest hatibû ragihandin.

Agirbsesta li Îdlibê, nîvê şevê di 00:01 destpê kiribû.

Rûsya piştgirîya hêzên hikûmeta Sûrîyê dike û li alîyê din Tirkîye alîkarîyê dide serhildayên Sûrî.

XS
SM
MD
LG