Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Îro ji Peymana INF Vedikişe


Serokên Amerîka û Yekîtîya Sovyetê Peymana INF îmza dikin, 1987

Amerîka, îro Înê bi awayekî fermî ji Peymana Menzîla Navîn ya Hêzên Navokî (INF) vedikişe.

Ew peyman di sala 1987’an de di navbera Amerîka û Yekîtîya Sovyetê de hatibû îmza kirin û piştre bi Rûsya re dewam kiribû.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku bi biryara Amerîka ‘’mekanîzmeyeke frenê ya giranbuha’’ hatiye hinda kirin.

Li gor peymanê hemî muşekên dûrînîya wan di navbera 500 û 5500 kîlometre de ne, hatibûn qedexe kirin.

Serê salê Amerîka, Rûsya bi pêşdebirina muşekeke nû tawanbar kiribû û dîyar kiribû ku ew peymanê pûç dike.

Rûsya dabû zanîn ku îdiayên Amerîka ne rast in û wê jî peyman rawestandibû.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Sibatê de bang li Rûsya kiribû ku herî dereng heta 2’ê Tebaxê li gor peymanê tevbigere.

XS
SM
MD
LG