Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşên Dijî Îranê Şermezar Dike


Hêzên ewlekarîya Îranê, dema êrîşê li ber parlementoyê ne
Hêzên ewlekarîya Îranê, dema êrîşê li ber parlementoyê ne

Berdevka Wezareta Karên Derve yên Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku Amerîka, êrîşên çekdarî yên li Tehran ya paytaxata Îranê şermezar dike.

‘’Amerîka êrîşên terorî yên ku îro li Tehranê qewimîne şermezar dike. Cîhê terorîzma hovane ewê li cîhaneke aştîyane û aram tune be’’ berdevka wezaretê Heather Nauert got.

Di êrîşên li parlementoya Îranê û li ser gora Ayetullah Xumeynî pêk hatin de bi kêmî ve 12 kes hatin kuştin.

Berpirsîya êrîşan DAIŞ’ê girt ser xwe ku rêxistina tundrê cara yekê ye ku berpirsîya bo êrîşeke li Îranê radigihîne.

Tevî DAIŞ’ê berpirsîya êrîşan girtîye ser xwe jî, karbidestên Îranî bo êrîşan Erebîstana Saudî tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG