Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Îranê Nûnerekî Taybet Destnîşan Kir


Brian Hook û Mike Pompeo
Brian Hook û Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, Şîretvanê Plankirina Sîyasetê Brian Hook bo nûnertîya taybet tayîn kir.

Rêvebirîya Amerîka, bo Îran bi toleyan bernamaya navokî bi dawî bike û piştgirîya bo çekdarên li Rojhilata Navîn qut bike, hazirîyan dike.

Hook dê rêberîya Koma Kiryarên Îranê bike. Hook ew demek e bo bazirganîya petrolê ya bi Îranê re qut bike, li ser navê wezaretê bi hevalbandên Ewrupa û Asya re hevdîtin pêk dianîn.

Serokê Amerîka Donald Trump, di meha Gulanê dîyar kiribû ku Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîye.

Amerîka dide zanîn ku ger Îran peymanake din yên bi şertên nû îmza bike, ewê toleyan rake.

Amerîka beşa yekê ya toleyan ragihandin, lê Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsya û Çîn, ku wan jî peyman îmza kiribû, hewil didin ku peyman pûç nebe.

XS
SM
MD
LG